3 partiyên rojavayê Kurdistanê hev digirin
Li gor zanyariyên ku ji rojavayê Kurdistanê gihiştine Rûdawê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî), Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê dest bi gotûbêjan kirine ji bo ji hev nêzîk bibin.
Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nûrî Birîmo di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê, ew nûçe piştrast kir û ragihand: “Ev demeke raman û daxwazeke bi vî rengî di navbera wan hersê partiyan de li holê ye û ji bo vê armancê hinek gotûbêj jî hatine kirin, lê di pratîkê de ti pêngav nehatine avêtin. Her çiqasî bi baweriya min wê tiştekî wisa dirust bibe ji ber ew hersê alî li ser wê mijarê kok in.”
Nûrî Birîmo wiha axivî: “Hewldana wan hersê aliyan ji bo ji hev nêzîkbûn û yekîtiyê, di çarçoveya berjewendiya gelê rojavayê Kurdistanê de ye û ji bo kêmkirina hejmara partî û hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê ye. Ev hewldan ne ji bo dijayetîkirina ENKS yan DBKê ye, lê belê ji bo bihêzkirina yekrêzî û hevdengiya hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê ye.”
Navbirî herwiha diyar kir ku: “Her partî û aliyek ku bixwaze dikare tevî hevpeymaniya me bibe û ger aliyên din jî bixwazin hevpeymanî û hevdengiyê di navbera xwe de dirust bikin pir asayî ye û dikeve berjewendiya gelê rojava de.”
Birîmo hêvî kir tevahiya partî û aliyên siyasî yên ku di warê armanc, stratejî û bernameya siyasî de ji hev nêzîk in hev bigirin da ku hejmara zêde ya partî û rêxistinên siyasî yên rojavayê Kurdistanê kêm bibe.
Niha zêdeyî 20 partî û rêxistinên siyasî li rojavayê Kurdistanê hene û ev rewş bûye cihê dilgiraniya gelê rojavayê Kurdistanê.
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) ku wekî partiya dayik tê naskirin, kevintrîn partiya rojavayê Kurdistanê ye ku di sala 1957an de hatiye damezrandin û di sala 1965 û 1971an de ji ber pirsgirêkên navxweyî parçe bû û niha du partiyên din bi heman navî li rojavayê Kurdistanê hene.
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê di sala 2000 û Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê di sala 2005an de hatine damezrandin.
Rudaw
