´Tirkiye li benda erêkirina Malikî ye`
Ajansa nûçeyan a AFP ku xwe dispêre nûnerekî hikûmeta Îraqê yê naxwaze navê xwe diyar bike, da zanîn ku Erdogan ji berya çend rojekî bi awayekî fermî vexwand Enqerê. Lê belê hê ne diyar e ka Serowezîrê Îraqê wê vê vexwandinê bi cîh bîne.
Ev demek e têkiliyên Enqerê û Bexdayê di rewşek nebaş de ne. Reva Tirkiyeyê ya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Tariq el Haşimî, têkiliyên Tirkiyeyê yên rasterast bi Herêma Kurdistanê re û piştevaniya hikûmeta Tirkiyeyê ya ji mûxalifên Sûriyê re ji sê xalên sereke yên ku têkiliyên di navbera her du aliyan de bi kêşe kirine.
Têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiye û Îrqê nebaş in
Bexda bi taybetî di vê dema dawiyê de dixwaze Tirkiye Tariq el Haşimî yê bi îdamê hatiye cezakirin radestî Tirkiyeyê bike lê belê Tirkiye digel biryara girtinê ya Interpolê jî dibêje ku heta Haşimî bixwaze, dikare li Tirkiyeyê be. Malikî herwiha ji têkiliyên Tirkiyeyê yên aborî yên bi Herêma Kurdistanê re dilgiran e. Bi taybetî van têkiliyan wekî ku Tirkiye rasterast bi dewletek cuda re bike dinirxîne.
Herî dawî jî ji ber Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu beyî Bexdayê agahdar bike, çûbû Kerkûkê. Ev yek bûbû sedemê bertekên tund ên hikûmeta Bexdayê.
Rudaw
