• Monday, 09 February 2026
logo

Serdar Silêmanî serdana Nêçîrvan Barzanî dike

Gulan Media September 26, 2012 Nûçe
Serdar Silêmanî serdana Nêçîrvan Barzanî dike
Fermandarê Artêşa Qudis a Îranê Serdar Silêmanî serdana Nêçîrvan Barzanî dike û sekreterê Yekgirtû jî li gel wî serdana Îranê dike.

Fermandarê Artêşa Qudis a Îranê Serdar Qasim Silêmanî ku berpirs e ji pêwendî û berjewendiyên Îranê li Iraq û welatên navçeyê, duh serdana Herêma Kurdistanê kir û çend civîn li Silêmanî û Hewlêrê saz kirin.

Li gor zanyariyên çavkaniyeke agahdar li firokxaneya Hewlêrê ji bo Rûdawê, Serdar Silêmanî duh êvarê bi riya firokexaneya Hewlêrê gihişt Hewlêrê ji bo serdan û civîna li gel serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Firokeya Serdar Silêmanî ji bajarê Silêmaniyê hatiye Hewlêrê û li wir serdana serokomarê Iraqê Celal Talebanî jî kiriye.

Sekreterê rojnamevanî yê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî ji aliyê hikûmeta Îranê hatiye vexwendin û di demeke nêzîk de serdana Îranê dike. Li gor çavdêrên siyasî, ew serdan û çûn û hatinên nû ku di navbera Hewlêr û Tehranê de dirust bûne, nîşana bihêzbûna pêwendiyên Îran û PDKê ye, ku di çend mehên borî de sar bûbûn ji ber helwesta serokê Herêma Kurdistanê û PDKê li ser guherîna serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê, sekreterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec û şanda pê re, bi heman firokeya Serdar Silêmanî di dema vegera wî ji bo Tehranê de, li gel wî dest bi serdana xwe ji bo Îranê kir, ku berê Yekgirtû ragihandibû ku piştî kongreya Yekgirtû, sekreterê nû yê Yekgirtû ji aliyê Îranê hatiye vexwendin ji bo serdana Tehranê bike.

Rudaw
Top