• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê Pêşwaziya Konsulusên Holenda, Felestîn Û Urdinê Kir

Gulan Media September 20, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê Pêşwaziya Konsulusên Holenda, Felestîn Û Urdinê Kir
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi awayekî cuda bi her yek ji Konsulusê Holendayê yê li Bexdayê, Konsulusê Felestînê yê li Hewlêrê û Konsulusê Urdinê yê li Hewlêrê re civiya.

Di destpêkê de Konsulusê Honeldayê yê li Bexdayê armanca serdana xwe bo kurdistanê ji Serokwezîrê Kurdistanê re rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han nasandina Rayedarên Kurdistanê ye û min weke Konsulusê Holendayê li Îraqê hatime peywerdarkirin.

Nav hatî herwiha kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û behsa vekirina Konsulusxaneya Holendayê ya li Hewlêrê kir ku, biryare di Meha 11an ya sala 2012an de bi awayekî fermî were vekirin.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Holenda û Kurdistanê de jî kir û hêvî xwest ku, peyvendiyên han hîn bihêztir û berfiretir bibin.

Konsulusê Holendayê herwiha eşkere kir ku, vê di demên pêş de Holenda Kurdistan weke aramtirîn beşê Îraqê destnîşan bike û hana kompaniyên xwe bide daku, li Kurdistanê de dest bi karên bazirganî bikin.

Çavkanî eşkere kir ku, Hikûmeta Holendayê peyamaneke steratejîk bi Kurdistanê re vê îmze bike û Bankekî çandinî jî li Kurdistanê de ve bike.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbayî li Konsulusê Holendayê kir û hêviya serkeftinê jî nav hatî re xwest.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, Kurdistanê di qonaxa nujen kirinê de di warê çandinê de pêdeviya xwe bi ezmûna welatên weke Holendayê heye lewre Hikûmeta Kurdistanê amadeye bo kompaniyên Holendî di her warî de kar asanî bike.

Her di vê hevdîtina han de rewşa Deverê bi taybetî ya Sûriyayê hate nîqaşkirin.



Her Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Felestînê yê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir.

Di hevdîtineke de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Felestîn û Kurdistanê de û herwiha çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên han jî hate kirin.

Her duh Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Şahnişîna Urdinê ya li Hewlêrê kir.

Di hevdîtineke de Konsulusê Urdinê kêfxweşiya xwe ya li hember vekirina Nuneratiya welatê xwe li Kurdistanê de diyar kir û ragihand ku, li ser şîretên Şahê Urdinê evê hewel didin peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re di her warî de bihêztir û berfiretir bikin jiber ku, Şahê Urdinê daxwaz kiriye daku, di her warî de peyvendiyên Urdin û Kurdistanê bihêztir bibin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî tekez li ser girîngiya peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Urdinê de kir û ragihand ku, Kurdistan jî gelek girîngî dide peyvendiyên xwe yên bi Urdinê re.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Îraqê û Deverê jî hate nîqaşkirin.
Top