• Monday, 09 February 2026
logo

Şandeke bilind a Herêma Kurdistanê digihe Cinêvê

Gulan Media September 19, 2012 Nûçe
Şandeke bilind a Herêma Kurdistanê digihe Cinêvê
Şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirina di civîna komîteya mafên mirovan a NY de, gihişte Cinêvê.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wezîrê karûbarên şehîd û Enfalkiriyan Aram Ehmed, nûnerê serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî û cîgirê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Cemal Tahir, pêk tê.

Armanca vê serdanê beşdarîkirin e di civîna komîteya mafên mirovan a girêdayî NY de, bi mebesta nasandina tawanên rêjîma Beasê derheqê gelê kurd û gelên Iraqê de, wekî cînosayd.

Li gor cîgirê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve Karwan Cemal Tahir: “Pêşangeheke dîkomenterî tê nîşandan ji bo nîşandana belgename û wêneyên tawanan û çend belgefîlmên tawanan.”

Tê zanîn ku ev duyemîn hewldana bi vî rengî ye ku tê dayîn derbarê navneteweyî kirina tawanên rêjîma Beasê li hember gelê kurd û gelên Iraqê. Konferansa yekem ku ji bo vê mebestê hat sazkirin, li Londonê bû.

Rudaw
Top