Şandeke bilind a Herêma Kurdistanê digihe Cinêvê
Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wezîrê karûbarên şehîd û Enfalkiriyan Aram Ehmed, nûnerê serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî û cîgirê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Cemal Tahir, pêk tê.
Armanca vê serdanê beşdarîkirin e di civîna komîteya mafên mirovan a girêdayî NY de, bi mebesta nasandina tawanên rêjîma Beasê derheqê gelê kurd û gelên Iraqê de, wekî cînosayd.
Li gor cîgirê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve Karwan Cemal Tahir: “Pêşangeheke dîkomenterî tê nîşandan ji bo nîşandana belgename û wêneyên tawanan û çend belgefîlmên tawanan.”
Tê zanîn ku ev duyemîn hewldana bi vî rengî ye ku tê dayîn derbarê navneteweyî kirina tawanên rêjîma Beasê li hember gelê kurd û gelên Iraqê. Konferansa yekem ku ji bo vê mebestê hat sazkirin, li Londonê bû.
Rudaw
