Parlamentera BDP’ê çû serxweşiya malbata polîsê kurd
Di êrîşa PKK’ê ya 3 roj berê ku li Kanîreşa Çewlikê pêk hatibû de 8 polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Di nava van polîsan de polîsê kurd Şeyhmus Karakut jî hebû. Parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan û şandeya pê re çûn Licêya Amedê û serxweşî li malbata polîs dan.
Di serxweşiyê de meleyên kurd ji Qurana Pîroz ayet xwendin û dua kirin. Piştre Nursel Aydogan axaftineke kurt kir. Aydogan, ji malbatê re serxweşî xwest, ji dê û bavê polîs Şeyhmus Karakut re jî sebir xwest. Aydoan, got tu kes naxwaze zarokên wan bi vî awayî jiyana xwe ji dest bidin û berpirsyarê van hemû mirinan jî hikûmeta AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan e.
Aydogan, diyar kir hikûmet ev 10 sal in li ser text e, kurd jî 10 sal in daxwaza aştiyê tinîn zimên lê hikûmet guh nade vê daxwaza wan û wiha got: “Me li her derê daxwaza çareseriyê û aştiyê kiriye. Hûn jî baş dizanin kurd tenê mafên xwe yên neteweyî dixwazin. Lê mixabin ev 10 sal in hikûmeta AKP’ê van daxwazên kurdan li ber çavan nagire. Kurd dixwazin li vê cîhanê bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe yê zikmakî bijîn. Weke encam şer û pevçûn diqewimin û di encama van pevçûnan de zarokên kurd jiyana xwe ji dest didin.
Aydogan, piştî axaftinê çû cihê şînê yên jinan û serxweşî li malbatê da.
Rudaw
