• Sunday, 08 February 2026
logo

Kurdistan di 2013 de Hinardeya Petrolê Zêdetir Dike

Gulan Media September 18, 2012 Nûçe
Kurdistan di 2013 de Hinardeya Petrolê Zêdetir Dike
Aştî Hewramî wezîrêsamanên sirûştîyê hukûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku dê sala bihê hinardeya (şandina) rojane ya petrola herêma Kurdistanê bo derve bo 250 hezar bermîlan zêde bibe.


Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Aştî Hewramî wezîrê samanên sirûştîyê hukûmeta herêma Kurdistanê îro ragiahndiye, ku piştî rêkevtina hefteya bihorî ya navbera hukûmeta Iraqê û hukûmeta herêma Kuridstanê li ser mijara dana pareyên kompanyayên petrolîyên biyanîyên ku li herêma Kurdistanê kar dikin, hukûmeta herêma Kurdistanê dê di sala 2013 de hinardeya petrola xwe di rojekê de bo 250 hezar bermîlan zêde bike.

Li gor nûçeya Reutersê, Hewramî ragihandiye, ku egerê ewê çendê heye ku hinardeya petrolê di slaa bihê de bo serveyê 250 hezar bermîlan jî bihê zêdekirin.

Hewlêr û Bexdadê hefteya bihorî li ser pirsa petrolê rêkevtinek bi hev re kirin û li gor ewê rêkevtinê, Bexdad dê yek Miliyard Dolar pareyê kompanyayên biyanî ku li herêma Kurdistanê kar dikin, bide Hewlêrê û Hewlêr jî gerek rojane 140 hezar bermîlên petrolê hinardeyî derve bike û paşê ewê rêjeyê bo 200 hezar bermîlan jî zêde bike.
Top