• Sunday, 08 February 2026
logo

Talebanî vegeriya Iraqê

Gulan Media September 17, 2012 Nûçe
Talebanî vegeriya Iraqê
Serokomarê Iraqê û serokê YNK, Celal Talebanî, piştî 3 meh dermankirin, îro vegeriya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê.

Peyamnêrê AKnewsê ji Silêmaniyê ragihand, îro sadet 18:05, serokomarê Iraqê, Celal Talebanî bi rêya balafirgeha Silêmaniyê, ji Almanya vegeriya welêt.

Tê zanîn, serokomarê Iraqê û serokê YNK, Celal Talebanî, 3 meh bû bo dermankirina nexweşiyê çûbû bajarê Almanya, Berlînê.

AKnews
Top