• Monday, 09 February 2026
logo

El-Îbrahîmî û Esed civiyan

Gulan Media September 15, 2012 Nûçe
El-Îbrahîmî û Esed civiyan
Hat ragihandin, Serokê Sûriya Beşar Esed li Şamê pêşwaziya nûnerê hevparê navdewletî el-Exder el-Îbrahîmî kir.

Li gorî televizyona fermî ya Sûriya, Esed îro pêşwaziya el-Îbrahîmî kir û dê derbarê kirîza Sûriya ku bêtirî 18 mehane berdewam e gotûbêjan bikin.

Ji dema ku el-Îbrahîmî posta xwe wergirtiye, ev cara yekemîn e digel Esed dicive.

El-Îbrahîmî pêr gihişte Sûriya û digel Wezîrê Derve Welîd Mueilim û Desteya Niştimanî ya Hemahengiyê ku aliyekî opozisyonê ye civiya.

AKnews
Top