El-Îbrahîmî û Esed civiyan
Li gorî televizyona fermî ya Sûriya, Esed îro pêşwaziya el-Îbrahîmî kir û dê derbarê kirîza Sûriya ku bêtirî 18 mehane berdewam e gotûbêjan bikin.
Ji dema ku el-Îbrahîmî posta xwe wergirtiye, ev cara yekemîn e digel Esed dicive.
El-Îbrahîmî pêr gihişte Sûriya û digel Wezîrê Derve Welîd Mueilim û Desteya Niştimanî ya Hemahengiyê ku aliyekî opozisyonê ye civiya.
AKnews
