• Sunday, 08 February 2026
logo

Milyonek û nîv mirov ji bo serxwebûna Katalonya meşiyan

Gulan Media September 13, 2012 Nûçe
Milyonek û nîv mirov ji bo serxwebûna Katalonya meşiyan
Li Îspanyayê milyonek û nîv katalonî ji bo serxwebûna herêma Katalonyayê meşiyan. Bangewaziya meşa li bajarê Barselona li dar ket, ji hêla Hikûmeta Herêmî ya Katalonyayê ve hatibû kirin. Sedemê bingehîn yê vê bangewaziyê jî ew bû ku Hikûmeta Herêmî ya Katalonyayê di warê pergala bacê de xwe ji hêla Hikûmeta Navendî ya Îspanyayê ve di bin zexta neheq de dibîne.

Bi sedhezaran kes bi alên Katalonyayê û kumikên katalonî roja sêşemê meşiyan. Hejmara beşdaran zêdeyî bendewariyan birêve çû. Meş jî di bin sernavê "Welatê nû yê Ewropayê, Katalonya" û dirûşmeya sereke ya xwepêşanderan "In- Inde- Independencia" ango "Serxwebûn" bû. Li gor rojnameya "La Vanguardia" ev di dîroka wê herêmê de meşa girseyî ya hatiye lidarxistin e.

Piraniya katalonyayiyan hevalbendê cudabûna ji îspanyayê ne

Xwepêşander di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Madridê bi awayekî neheq bêhtir bacê ji hikûmeta herêmî ya Katalonya distîne û ev yek dibe sedem ku hikûmeta herêmî neçar dimîne mûçeya kêm bike karmendan ji îş derîne. Katalonya yek ji herêmên herî dewlemend ê Îspanyaya û Hikûmeta Herêmî dibêje ku gelek bac ji wan tê standin lê belê di warê xizmetguzariyê de ew tiştekî ji Hikûmeta Navendî paş de nastînin.

Li gor lêkolînek Saziya Rapirsînan CEO ji sedî 51 daniştvanên Katalonya hevalbendên serxwebûna herêma xwe ne. Serokwezîrê herêma Katalonyayê ya otonom Artur Mas jî Hikûmeta Navendî hişyar kir û diyar kir ku hevpeymanek di navbera Madrid û Barcelona re çênebe, "Rêya Azadiyê divebe". Katalonya xwedî hejmarek şêniyan a 7,5 milyonan e û ji hêla aboriyê ve jî yek ji dewlemendtirîn herêmên Îspanyayê ye. Hevalbendên serxwebûna Katalonyayê di wê baweriyê de ne ku Katalonya bibe serbixwe, wê bibe yek ji dewlemendtirîn welatê Ewropayê.

Rudaw
Top