Bi Awayekî Girseyî Li Hewlêrê 51 Saliya Şoreşa Eylûlê Hate Bîr Anîn
Di destpêka vê merasima han de ku, Nunerê Serok Barzanî Sîdad Barzanî û Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê û herwiha hijmareke zêde ji Rayedarên din yên Kurdistanê tê de beşdarbûn, gotara civeta Serokatiya PDKê ya Hewlêrê hate pêşkêş kirin û behsa girîngiya Şoreşa mezin ya Eylûl û rola Şoreşa han di nava prosesa awendan kirina siyasî û civakî ya Kurdistanê hate kirin.
Piştî bi dawî hatina gotara civata Serokatiya PDKê ya Hewlêrê, Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî jî gotarek pêşkêş kir û behsa rol û girîngiya Şoreşa Eylûlê kir.
Kurdistantv
