• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî rêxistina Hevkariya Navdewletiya Elmanî kir

Gulan Media September 12, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî rêxistina Hevkariya Navdewletiya Elmanî kir
Duh sêşem 11/09/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî rêxistina Hevkariya Navdewletiya Elmanî ya bi Serokayetiya Yuxîn Rêngir û birêz Rolf Olrîş Konsolê Giştî yê Elmanya li Herêmê kir.

Li hevdîtinê de, birêz Rolf Olrîş bi kurtî di derbarê rêxistinê zanyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir û behsa girîngîdana rêxistinê bi Herêma Kurdistanê kir û li vê çarçêweyê da balkişand li ser kar û kombûnên şandê ya li gel Wezaretên Pêwendîdarên Herêma Kurdistanê kir û xweşhaliya şandê jî sebaret bi hemahengiya di navbera Hikûmet û rêxistinê derbirî û armanca pêgihandina tuwêjekî lawê pîspor li hemû waran da bi taybetî li warê xwendina pîşeyî û tendirustî û av û avarok û xizmetguzariyên pêwîst kir û li vî warî de balkişand li ser wê yekê ku rêxistin û Hikûmeta Herêmê mijulin ji bo hemahengiya li gel hevdû û danîna bernameyekî tokme ji bo paşarojê peymanekî çarçêweyî encam bidin û behsa rewşa Herêma Kurdistanê ya li ruyê mafên mirov kir û pêkve jiyan û rêzgirtina li bîr û baweriya olî û neteweyî û ragihand ku hebûna wan hemû bingehan wiha li Kurdistanê kiriye ku şayesteyê girîngîdana rêxistiname bê.

Serok Barzanî ji bo wan karên ku heta niha encamdane spasî rêxistinê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li qonaxekî seretayî daye û pêwîstî bi şarezayî û rêxistina wan heye û perwerdekirina mirovê Kurdistanê jî yek ji wan armancane ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê karên cîddî ji bo wê dike, girîngbuna wê li vir daye ji bo pêşxistina mirov û wê îradeyê jî li Kurdistanê da hebûna xwe heye.
Top