• Sunday, 08 February 2026
logo

Misir Û Kurdistan Peyvendiyên Xwe Bihêztir Dikin

Gulan Media September 7, 2012 Nûçe
Misir Û Kurdistan Peyvendiyên Xwe Bihêztir Dikin
Serokê Dîwana Civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Ehmed pêşwaziya Konsulusê Misirê yê li Hewlêrê Siliman Osman kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Misirê de û herwiha çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.

Li berdewamiya vê hevdîtina han de Serokê Dîwana civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê kêfxweşiya Hikûmeta Kurdistanê bi hebûna peyvendiyên baş yên li gel Misirê re diyar kir û ragihand ku, Kurdistan hêvî dike peyvendiyên xwe yên bi Misirê re hîn bihzêtir û berfiretir bike.

Li hember de jî Konsulusê Misirê behsa peyvendiyên Dîrokî yên di navbera Misir û Kurdistanê de kir û ragihand ku, zêdetir ji 4 miliyon welatiyên Misirê bi esil Kurdên û di gelek warên curbicur li Misirê de xwedan pêgehên bihêz û karane.

Kurdistantv
Top