• Sunday, 08 February 2026
logo

“Fermandariya operasiyonên Dîcle dijî kurdan e”

Gulan Media September 5, 2012 Nûçe
“Fermandariya operasiyonên Dîcle dijî kurdan e”
Cîgirê serokê komîteya ewlekariyê di civata parêzgeha Diyale de ragihand ku avakirina fermandariya operasiyonên Dîcle ji bo dijatîkirina kurdan e.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî biryar da fermandariya operasiyonên Dîcle bê avakirin daku serpereştiya hemû çalakiyên ewlekatî û leşkerî li her du parêzgehên Diyale û Kerkûkê bike.

Dilêr Desen Saye ji AKnewsê re daxuyand, “Em wek kurd li Diyale, avakirina wê fermandariyê wek projeyeke siyasî dizanin û ti têkiliya wê bi parastina aramî û ewlekaiyê li parêzgehên Kerkûk û Diyale ve tune ye.”

Saye ku bi ser lîsteya hevpeyamniya Kurdistanê ye got jî, “Ev karek e ji bo dihatîkirina kurdan û em red dikin.”

AKnews
Top