Daxuyaniya Serokayetiya Herêmê sebaret bi lîjneya pêkhatî ya ji bo lêkolîna serdana Wezîrê Derveyê Tirkiye bo Kerkûk
Ev lîjne jî bi Serokayetiya Dr Husên Şehristanî pêkhatibû bo ku li pêşhatên serdana Wezîrê Derveyê Tirkiye ya Kerkûkê vekolê û raspardeyên xwe bi zûtirîn dema pêwîst pêşkêşî Encûmena Wezîran bike.
Em raspardeyên vê lîjneyê û wan biryaran jî red dikin ku doh dûşem 03/09/2012 li gor wan raspardeyan hatibûn wergirtin, ji ber ku ew biryar tengiyê bi Herêmê hildiçînin û rolan tenk dikin, ji bilî li ziyan gihandina pêwendî û prensîpên cîraniyên baş li gel welatên navçeyê da û mebest ji wê biryara ku Encûmena Wezîran wergirtiye û pêkanîna lîjneya navbihurî her li destpêkê ve rûn û eşkere bû.
Her wiha hilbestina tomet û derew û pêkanîna lîjne û derxistina biryara dijî rejîmê ji firt û fêl pêkhatiye ku hinek kes li Bexda rabûne dixwazin niyeteke xwe ya din bixin rû.
Dûpat dikîn baştir ewe ye dev ji van reftarên ragihandinê berdin, ji ber ku ew serdana Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye encamê da li gor rê û rênimayiyên yasayî û bi vîzeya li Balyozxaneya Iraq li Enqere hatine hundir.
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
04/09/2012
