• Sunday, 08 February 2026
logo

Artêşê berbijarê bo posta Parêzgarê Diyale girt

Gulan Media September 5, 2012 Nûçe
Artêşê berbijarê bo posta Parêzgarê Diyale girt
Hat ragihandin, hêzên artêşa Iraqê avêtin ser avahiya civata parêzgeha Diyale û berbijarekî bo posta Parêzgarê Diyale girtin.

Endama civata parêzgeha Diyale ya bi ser Hevpeymaniya Kurdistanê ve Nesrîn Behcet ji AKnewsê re daxuyand ku Duh saat 12:00 (bi dema Iraqê) û di dema civata parêzgehê di civînekê de bû ji bo hilbijartina Parêzgarê nû, hêzên artêşlê avêtine ser avahiyê û Îsmaîl Îbrahîm ku yek ji berbijarên bo posta Parêzgar e girtin.

Becet bal kişand ku serokê civata parêzgehê Talib Mihemed gelek hewl da ku Îbrahîm azad bike, lê hewlên wî bê encam bûn.

Behcet got jî, “Îbrahîm bi sûca terorê hate girtin, Îbrahîm bi ser Lîsteya Iraqiye ye û endamên din ên lîsteyê digel hêzên artêşê axivîn, lê hewlên wan jî bê fêde bûn.”

Suhad Heyalî encama heman civatê ji AKnewsê re daxuyand, “Piştî bûyerê û bi hewlên serokê civata parêzgehê, Îsmaîl Îbrahî m hate azadkirin û vegeriya nav civatê, lê civînên civatê bi awayekî demkê sekinîn.”

AKnews
Top