• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî Bi Rayedarên Wezareta Pêşmerge Û Parêzgarê Kerkûkê Re Civiya

Gulan Media September 5, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Bi Rayedarên Wezareta Pêşmerge Û Parêzgarê Kerkûkê Re Civiya
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta nîqaş kirina rewşa dawî ya Deverê û herwiha rewşa hêzên pêşmerge bi Rayedarên wezareta Pêşmerge û Parêzgarê Kerkûkê re civiya.

Di civîna han de hevdem ligel giftûgo kirina rewşa Kerkûkê û Deverên weqetandî, rewşa ewlekarî ya wan Deveran û herwiha rewşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî hate nîqaşkirin.

Her di vê civîna han de Serokê Kurdistanê çendîn şîretên pêwîst pêşkêşî aliyên peyvendîdar yên li Wezareta Pêşmerge û Parêzgeha Kerkûkê de kir.
Top