• Sunday, 08 February 2026
logo

Pasdarên Îranê li Sîdekan 2 şivan revandin

Gulan Media September 5, 2012 Nûçe
Pasdarên Îranê li Sîdekan 2 şivan revandin
Hate ragihandin ku pasdarên Îranê sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine û li çoltera Navçeya Sideka ya Silêmaniyê 2 şivanên kurd, bi tevî pezên wan revandine. Li gorî agahiyan pastarên Îranê, sînorên Herêma Kurdistanê 15 kîlometre binpê kirine û 2 şivan revandine.

Hate diyarkirin ku ev şivan kurd in û navê wan Tahir Qadir û Nerîvan Qadir e. Hate hînbûn ku ji bilî şivanan, dayîka wan û 50 pezên şivanan jî hatine desteserkirin. Pasdarên Îranê piştî desteserkirina 3 kesan, vegeriyan bajarê Şîno yê Îranê. Dayîka şivanan a navê wê nehat hînbûn, ji ber ku li hemberî pasdaran li ber xwe da hate revandin, lê piştî 3 saetan hat berdan. Xizmên şivanan bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku ji bo azadiya wan bikeve nav hewldanan. Rayedarê Sidekanê Mihemed Îsmaîl, da zanîn ku ji bo xelaskirina 2 şivanan di nav hewldanan de ne.
Top