• Sunday, 08 February 2026
logo

Elî Qeredaxî opozîsyon û desthilata Kurdistanê li hev dicivîne

Gulan Media September 5, 2012 Nûçe
Elî Qeredaxî opozîsyon û desthilata Kurdistanê li hev dicivîne
Serokê tevgera rabîteya îslamî ya Kurdistanê û sekreterê giştî yê yekitiya alimên îslamî, Elî Qeredaxî, diyar kir, ji serok û lîderên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê re pêşniyara hevcivînê kiriye û wan jî qebûl kiriye.

Elî Qeredaxî, got, min ji serokomarê Iraqê, Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî xwest, kuran bikin yek û girîngiyê bidin Kurdistanê ne Bexdayê.

Qeredaxî, diyar kir, her wiha min ji serokê tevgera Goran, Newşîrvan Mistefa, serokê yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec û serokê komela îslamî ya Kurdistanê, Elî Bapîr xwest, li hev bicivin û li ser hinek xalên girîng li hev bikin bo ku kesek çavê xwe bernede me û wiha domand:

“Min xwest wek sala 1997, dema ku li ser pêşniyara min, PDK û YNK li hev civiyan û êdî tu şerek li navbera wan de rû neda, vê carê jî ez dixazin li hev bicivin. Barzanî û Talebanî û hemû alî bo vê civînê amade ne, ji ber wê jî em niha mijûlî amadekariya civînê ne.”

Elî Qeredaxî, bang li partiyên desthilat û opozîsyonê yên Kurdistanê kir, bo reformên rastqîne gav bavêjin û ez hêvîdar im civîna han encamên baş bi xwe re bîne.

AKnews
Top