• Sunday, 08 February 2026
logo

Pêkhateya 4 lîwayên nû yên pêşmerge amade ye

Gulan Media September 5, 2012 Nûçe
Pêkhateya 4 lîwayên nû yên pêşmerge amade ye
Peyvdarê Wezareta Pêşmger ya Herêma Kurdistanê tekîd kir ku pêjhateya 4 lîwayên nû yên pêşmerge temam bûye û tenê peydakirina budceyê ji bal Wezareta Darayî ya herêmê ve maye.

Bi armanca avakirina hêzekî pêşmerge yê hevgirtî, heyama çend salane Wezareta Pêşmerge lîwayên hevgirtî yên pêşmerge ava dike ku berê bi ser Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ve bûn.

Li gorî zanyariyên AKnewsê, ew 4 lîwayên nû ku yek ji wan li sinorê parêzgeha Silêmaniyê û yên din li parêzgeha Hewlêrê ne, pêkhate û beşên wan bi dawî hatine.

Cebar Yawer di vê derbarê de ji AKnewsê re daxuyand ku pêkhateya 4 lîwayên nû bi hemarêm “9,10,11 û 12” bi dawî hatine û wezaret bi nivîseke daxwaz ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê kiriye ku budceya wan lîwayan peyda bike.

Yawer got jî, “Her demekê Wezareta Darayî budceyê peyda bike dê her 4 lîwa dest bi erkên xwe yên leşkerî li nav herêmê bikin.”

AKnews
Top