Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Qewareya El Muwatin kir
Li hevdîtinê de, birêz Beyan Cebir El Zubeydî silav û rêzên Semahetê Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqî bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser helwesta berê yê Encumena Bilinda Îslamî ya li pêşxistina pêwendiya dîrokiya di navbera her du aliyan kir û wê daxuyaniyê jî redkir ku ji aliyê Endamekî Serkirdayetiya Encumen derheq bi Kurd hatibû kirin.
Serok Barzanî tekez li ser kurahiya pêwendiya birayane û dîrokiya di navbera Şî'e û Kurd û hemû pêkhatên dinê Iraqê kir û daxwaz kir ku pêwîste ew pêwendî bête parastin û war nedin tu kes û aliyek wê pêwendiyê lekedar bike û dûpat jî li ser alîkariya her du aliyan ya bi navê çareserkirina rewşa niha ya Iraqê kir û dozîna mekanîzmekî nû li ser bingeha hevbeş li birêvebirina welat û pabendbûna bi destûr û wê peymana ku li navbera aliyê Iraqiyan da hatibû îmzakirin kir.
Serok Barzanî daxwaz ji birêz El Zubeydî kir ku silav û rêzên wî bigihîne Semahetê Seyîd Emmar El Hekîm.
