Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandêkî Bilinda Wezareta Derveya Emerîka kir
Li hevdîtinê de, ku birêz Aştî Hewramî Wezîrê Samanê Siruştiyan û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêm û Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Emerîka û Felah Mistefa Berpirsê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê amade bûn, kar û erkên lîjneya hemahengiya siyasiya di navbera Emerîka û Iraqê ku li gor peymaneke stratejiya sala 2008 li navbera wan de hatiye mohrkirin bi mebesta pêşxistina pêwendiyan li çarçêweya hevkariya stratejiyê hate nirxandin û li vî warî de yarîderdera Wezîra Derve guh li bîr û ramanên Serok Barzanî yên li di derbarê çawayiya encamdana çaksaziyên pêwîst li Iraq û navçeyê da girt.
Serok Barzanî behsa girîngiya van her du mijaran kir û ragihand ku kêşeya Herêm û hemû Iraqê pabendnebûne bi destûr û wan peymanên ku li navbera aliyê siyasiyên Iraqê de hatine îmzakirin. Lê belê li gel eve jî hemû hewlek didîn bo ku li gel aliyê siyasiyên din de ji bo encamdana wan çaksaziyan bişêwirîn. Weku gelê Kurdistanê em pabendî destûr û peymananîn û bi tu awayek jî destberdarî wê mafê nabîn ku destûr daye me. Eger Hikumet şerakete eve şeraket diyare erk û mafê her aliyek jî diyare, nabê hemû roj berkefta Herêmê li budçeya Iraqê weku kartê zextê bête bikaranîn, yan ji bo çareserkirina kêşe û gîr û giriftan hêvî bibin ber bikaranîna hêz, ev ferhenge û eqliyete divê li Iraqa nû da bi dawî bibe û kesek jî xwe li ser Iraqê da nesepîne ji ber ku Iraqa nû mulkê hemû pêkhatane ku bi xwîn ev Iraqa niha dirust bûye û gelê Kurdistanê jî rolekî serekî li damezrandina vê Iraqa nû de dîtiye. Em rê nadîn piştî kîmyabaran û enfal û hemû wêrankariyan ew azadiya ku bi xwîn hatiye holê ji me bête zeft kirin. Li destûr da gelek bi rûnî balkişandiye li ser çawayiya çareserkirina kêşe û gîr û giriftan, bi taybetî li ser navçeyên veqetandî û her wiha sebaret bi neft û xaz û kêşeyên din ku eger niyeta pak hebê gelek bi hêsanî têne çareserkirin, çareserkirin jî tenê bi axaftin nayê kirin, belku bi hengavên aktîf û emelî têne çareserkirin.
Li mijarekî dinê vê hevdîtinê de gelek bi girîngî ve behsa wan guhertinan û pêşketinên îro ya Herêma Kurdistanê hate kirin û tîşk xistin li ser pêşketinên dawî ya navçeyê, bi taybetî rewşa Suriye û sedema çaverêkiriyan û li vî warî de yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka û şanda li gel guh li bîr û ramanên Serok Barzanî girtin.
