• Sunday, 08 February 2026
logo

Duhî li Sûriyê 250 kuştî hebûn

Gulan Media September 3, 2012 Nûçe
Duhî li Sûriyê 250 kuştî hebûn
Şer û tundûtûjiya li Sûriyê berdewam e û hejmara kuştiyên duhî 250 kes bûn, hevdem şerê artêşa rejîmê li hember artêşa Azad didome.

Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî, 250 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Şamê û derdora wê û li Heleb û Deraa ne.

Çalak diyar dikin ku şerên tund di navbera Artêşa Azad û artêşa rejîmê de rû dide û duhî bi kêmî ve 34 kes li bajarê Babê bi ser Helebê de ji ber bombebarana bi balafirên MIG2 hatine kuştin, hevdem li bajarê Hirak yê bi ser Deraa ve 43 kes ji ber bombebaranê hatine kuştin.

19 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 25 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top