• Sunday, 08 February 2026
logo

Duyemîn pêşangeha petrol û gaz li Hewlêrê vebû

Gulan Media September 4, 2012 Nûçe
Duyemîn pêşangeha petrol û gaz li Hewlêrê vebû
Duyemîn pêşangeha petrol û gaz li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê hat vekirin û dê heta 6 vê mehê bidome.

Duyemîn pêşangeha petrol û gaz li cihê pêşangehên navdewletî yê bajarê Hewlêrê hat vekirin.

Di merasimê de, wezîrê çandinyê, Sîrwan Baban, parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî û gelek rêvebir û nûnerên şîrketên biyanî amade bûn.

Serokê pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê, Ebdula Ehmed, ji AKnewsê re got, 50 şîrketên biyanî ji 14 welatan beşdarî pêşangehê bûne ku dê heta 6 mehê bidome û da zanîn, heta dawiya îsal dê 4 pêşangehên din jî bên vekirin.

Welatên ku di duyemîn pêşangeha petrol û gazê ya Hewlêrê de beşdar bûne, wiha ne:

Amerîka, Çîn, Iraq, Îran, Turkiye, Almanya, Kanada, Îtaliya, Norveç, Swîsra, Qubris, Çêk, Romanya, Swêd.

AKnews
Top