• Sunday, 08 February 2026
logo

Şandeya PDK serdana YÎK kir

Gulan Media September 4, 2012 Nûçe
Şandeya PDK serdana YÎK kir
Endamê polîtburoya partiya demokrat ya Kurdistanê (PDK), Kemal Kerkûkî, bi serokê giştî yê yekgirtû ya îslamî ya Kurdistanê (YÎK) Mihemed Ferec re hevdîtin pêk anî.

Endamê polîtburoya YÎK, Mewlûd Bawe Mirad, ji AKnewsê re got, îro şandeke PDK bi serokatiya Kemal Kerkûkî serdana barigeha navendî ya YÎK li bajarê Hewlêrê kir û bi serok û endamên polîtburoyê re civiyan.

Mirad, diyar kir, serdana han bo normalkirina têkiliyên navbera PDK û YÎK bû, ji ber ku ji ber bûyerên par, têkiliyên her du partiyan aloz bibû, her wiha şandeya PDK pîrozbahiya serokê YÎK kir bo wergirtina posta serokatiyê.

Mirad, wiha axivî, “Di civînê de, behsa bûyerên devera Badînan nehat kirin lê bi giştî li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê hat axaftin.”

Tê zanîn, roja 2 Kanûna 2011, li devera Badînan ya Herêma Kudistanê, hinek cihên giştî bi taybet barigeha YÎK li Duhokê hatibû şewitandin. Ev bûyer bibûn sedema aloziya navbera YÎK û PDK.

AKnews
Top