• Sunday, 08 February 2026
logo

Hêzên rejîma Beşar Esed Qamîşlo aloz kir!

Gulan Media September 4, 2012 Nûçe
Hêzên rejîma Beşar Esed Qamîşlo aloz kir!
Hêzên rejîma Suriyeyê ku ev çend roj in li Rojavayê Kurdistanê ciwanên kurd bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne digirin, îro jî li bajarê Qamişlo zêdetirî 25 kesan binçav kirin. Piştî ku hêzen rejîma Suriyeyê li bajarê Qamişloyê 25 ciwanên kurd girtin, bi sedan ciwan daketin kolanan û çalakî li dar xist. Çalakiya ku esnafên deriyên dikanên xwe girtine jî piştgiriyê didinê didome.

Li gorî nûçeya ANF, li bajarê Qamişlo, hêzên rejîmê di saetên nîvro de bi ser mal û kargehan de girtin. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê li Taxa Kudurbeg û Suka Şênî ya li navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtin û zêdetirî 25 kesan bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne, binçav kirin.

Hate gotin ku di destê leşkeran de lîsteyek heye û li gorî vê lîsteyê kesan digirin. Kesên hatine girtin dinavbera 18 û 30 saliyê de ne. Kesên hatine girtin bi wesayîtên leşkerî birin navenda leşkeriyê.

Li bajarê rojavayê Kurdistanê piştî ku di saetên nîvro de hêzên rejîma Suriyeyê li Taxa Qudurbeg û li navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtin û 25 ciwan bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne

girtin, Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Piraniya wan ciwan bi sedan kesên hêzên rejîmê şermezar dikin, li ber Mizgefta Qasimo hatin cem hev û nerazîbûn nîşan da. Esnafên li bajêr jî deriyên dikanên xwe girtin û beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî didome.

Duh jî li Gundê Girkê Dijwêr hêzên rejîmê 3 ciwanên kurd bi heman hincetê girtibûn û li ser vê yekê gel daketibû kolanan. Her wiha hêzên asayîşa sivîl ku ji aliyê gel ve hatiye avakirin jî bi ser qereqola cendirmeyan de girtibû û 5 cendirme binçav kiribûn. Li ser nerazîbûna gel 3 ciwanên kurd hatibûn berdan. Hêzên asayîşê jî piştre cendirme berdabûn.

AKnews
Top