Eniya Tirkmenî dixwaze ligel Kurdan beşdarî hilbijartinê bike
Berpirsê nivîsîngeha Eniya Tirkmenan li Herêma Kurdistanê Aydin Marûf di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re amadebûna eniya Tirkmenên Iraqê nîşan da ku ligel Kurdan bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên bê yên Iraqê bike.
Aydin Marûf wiha got: “Ew mijar tê lêkolînkirin, pir hêsane ku em li Hewlêr, Kerkûk û her navçeyekî din bi lîsteyekê beşdar bibin. Lê heta niha Eniya Tirkmenî bi awayekî fermî di vî warî de ne civiyaye û biryara xwe ne daye.”
Berpirsê nivîsîngeha Eniya Tirkmenan li Herêma Kurdistanê anî ziman ku divê berjewendiyê herdu aliyan li ber çavan bê girtin û got: “Giring ew e ku berjewendiyên herdu aliyan li ber çavan bê girtin. Bêguman daxwaz û projeyên me jî hene.”
Aydin Marûf destnîşan kir ku beşdarîkirina wan a ligel Kurdan yek ji egerane û eniya wan ti nerazîbûnek ligel hevbeşiya ligel Kurdan nîne.
Rudaw
