Kampanyaya danasîna nasnameya kurdî li Almanyayê ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê hatibû lidarxistin di demeke nêzîk de digîje qunaxeke nû. Îmzeyên ku hatibûn berhevkirin bo Parlementoya Berlînê hatibûn şandin û di 15ê Cotmehê de jî Parlementoya Almanyayê ya Federal bo danasîna nasnameya kurdî rûniştinek taybet li dar dixe. Li gor nûçeyek ANFê di vê navberê de 4 siyasetmedarên Kurd û Tirk ji partiyên cuda yên almanî beriya civîna parlementoyê bang li Komîsyona Daxwaznameyan a Parlementoyê kirin ku daxwaziya Kurdan bidin ber çavan. Heman siyasetmedarên ji hikûmeta Almanyayê re daxuyandin ku danasîna nasnameya Kurdan wê entegrasyonê hêsandtir bike.
Siyasetmedarên ku bang li Komîsyona Daxwaznameyan a Parlementoyê kirin ev in: Endamê Meclîsa Eyaleta Bremenê yê SPDê, Endamê Saredariya bajarê Clopenburgê yê FDPê Yilmaz Mutlu, Kevneparlementerê Eyaleta NRWê yê Die Linke Ali Atalan û Kevneparlementerê Parlementoya Berlînê yê Keskan Riza Baran
YEK-KOMê 60 hezar îmze civandibû û teslîmê Komîsyona Daxwaznameyan a Parlementoyê kiribû û biryar hat girtin ku roja 15ê Cotmehê di saet 12:00de civînek taybet bê lidarxistin.
Rudaw