Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi firaksiyona hevpeymaniya Kurdistanî Moeyed Teyib ragihand ku, evro di civîna komîteya madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê ya ya Parlementoyê de Endamê firaksiyona hevpeymaniya Kurdistanî Muhsên Sedûn weke Serokê vê komîteya han hate hilbijartin û Endamê eniya Ehrar Muşriq Nacî jî weke Cîgirê vî hate destnîşankirin.
Çavkanî eşkere kir ku, erk û karê vê komîteya han wenêrîna cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê ye.
Kurdistantv