Bi Amadebûna Serok Barzanî Enfala Behdînanê Hate Bîr Anîn
Di vê merasima han de ku, hijmareke zêde Rayedarên Kurdistanê û herwiha kesûkarên Şehîd û Enfalan jî tê de beşdar bûn, pêşengeheke wêneyan jî bo vê mebestê hate organîzekirin û di vê pêşengeha han de wêneyên taybet bi dema enfalê hatin nîşandan.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî beriya ku, di vê merasima han de gotara xwe pêşkêş bike serî li pêşengehê da.
