Kurdistan pêşwaziyê li biryara hikûmeta Holendayê dike
Di civînê de tekîd li ser xurtkirina têkleiyên navbera Kurdistan û Holendayê hat kirin û berprisê ofîsa sefaretxaneya Holendayê got ku, hikûmeta holendî birayar daye ku, sewyeya nûneratiya xwe ji konsulê fexrî bo ofîsa sefaretxaneyê bilind bike.
Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa ew biryara hikûmeta Holendayê bilind nirxand û got ku, ew pêngava hikûmeta holendî dê bibe sedemê zêdetir pêşketina têkeliyên navbera Kurdistan û Holendayê de û got:
- Ev pêngava hikûmeta Holendayê destpêkirina qonaxeke nû a têkeliyên Holenda û herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwaziyê li vê biryaraê dike, bi taybetî ku, li Holendayê gelek gelekpenaberên kurd hene.
Şandeya holendî behsa têkeliyên navbera civaka holendî û ya kurdî kir û got ku, di navbera her du civakan de têkeliyên xurt hene û herwesa got ku, ofîsa sefaretxaneya Holendayê di demek nêzîk de dê li Hewlêrê dest bi karên xwe bike.
