• Sunday, 08 February 2026
logo

Îmad Ehmed: Pêwîste bi awayekî adil budce bê dabeş kirin

Gulan Media September 3, 2012 Nûçe
Îmad Ehmed: Pêwîste bi awayekî adil budce bê dabeş kirin
Îmad Ehmed cêgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê digel wezîrê pilandananê yê hikûmeta Kurdistanê û civara wezaretê civiya.

Di civînê de ku, bi serperiştiya Îmad Ehemed dest bi karê xwe kir, kar û xebatên wezareta pilandananê yên di ware amadekirina budceya herêma Kurdistanê a sala 2012ê hatin behis kirin.

Wezîrê pilandananê behsa amadekariyên budceya berhemanîn a herêma Kurdistanê kir û got ku, wan di ware amadekirina budceyê de, bi hevahengî digel wezaretên din, pêngavên baş avêtine û ew gihiştine qonaxên dawiyê:

- Her çiqas hêşta budceya giştî a Îraqê nehatiye diyar kirin, lê em bi awayekî texmînî budceya herêma Kurdistanê amade kiriye, piştî budceya giştî a Îraqê tê pesind kirin, em jî dê li gor wê guhertinan di budceya herêma Kurdistanê de bikin.

Cîgirê serokê hikûmetê ev pêngavêb wezareta pilandananê bilind nirxandin û got:

- Wezareta pilandananê wezaretek gelek giring e û ew bername û stratejiya hikûmetê bi awayekî zanistî diyar dike û bi wê rê piroje û xizmetgozariyan pêşkeşî hevwelatiyan dike. Ji ber hindê pêwîste bi awayekî adil budce bi ser hemû sektor, katagorî û grûpan de bê dabeş kirin daku, bi yek ast xizmeta xelk û welatê xwe bikin û pirosesa avadankirinê geş bikin.

Cîgirê serokê hikûmetê behsa giringiya bernameyê geşepêdana şiyanên mirovî kir û got ku, geşepêdana welêt di warê aborî û siyasî de, bêy pêgehandina şiyanên mirovî, serkeftî nabe.
Top