Serok Barzanî serdana wargeha koçberên Suriye li komelgeha Domîz kir (hat nûkirin)
Paşê Serok Barzanî, bi amadebûna Temer Remezan û her wiha berpirsê rêxistina UNHCR li Dihok li gel nûnerên wargehê re civiyan û li peyvek da ragihandin ku ew li nav welat û mala xwe ne, tu demek xwe bi mîhvan nizanin û bi hemû şiyanek ve Hikûmeta Herêmê xizmeta wan dike û dilniya jî kir ku ew li destekî emîndane û hêvî xwestin li derfetekî gelek nêzîk da bi serbilindî vegerin nav mal û halê xwe û eger rewş jî gelek dirêj kêşa Hikûmeta Herêmê û parêzgeha Dihokê berî hatina demsala zivistanê amadekariyeke din ji bo wan dike û li ruyê xizmetguzariyê ve jî hemû şiyanên Herêmê li xizmeta wan de dibe.
Sebaret bi paşaroja Suriye jî Serok Barzanî ragihand ku mîlletê Suriye bi xwe biryara xwe dide û weku Herêma Kurdistanê jî rêz li her biryarekî wan digre, lê belê ewê cihê girîngîdana Herêma Kurdistane paşaroja Kurdê Suriye ye ku heta niha bê nasnameya Surîne û ji mafên xwe bêbeşin. Ji bo wê yekê hebûna alternatîfekî demokrasî hem li berjewendiya Suriye ye û hem jî li berjewendiya Kurdê Suriye ye ku pêwîste mîsogeriyeke xurt ji bo paşaroja wan bê danan û ji bo vê mebestê jî Herêm hewl dide li gel welatên biyanî wê mîsogeriyê dabîn bike. Rêkxistina mala Kurd jî tiştekî pîroze û peymannameya Hewlêrê jî ku aliyên Kurdê Suriye îmza li ser kirine hengavekî pir girînge ji bo yekxistina kar û hewlên wan ya bi navê dabînkirina paşarojeke geş ji bo Kurdên Suriye. Ji bo wê yekê nabê bi tu awayekî nakokî li navbera wan de hebê û hemû jî pêkve ji bo wê paşarojê kar bikin û pêwendiyekî baş li gel aliyan û pêkhatên dinê komelgeha Suriye ve hebê.
Piştî axaftina Serok Barzanî, Nûnerên koçberên Suriye ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana Serok Barzanî ya wargeha koçberan, spasiya cenabê wî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ji bo wê girîngiya ku bi koçberan daye û her hiha li vir hest bi tu cûdahiyek nakin û her wekî ku li mala xwe da bin.
Berpirsê rêxistina UNHCR ya li parêzgeha Dihokê jî behsa rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî parêzgeha Dihokê kir ku girîngiyê didin wargehê her wiha ji bo vê tevgera erênî ku li gel rêxistinê dikin.
