• Sunday, 08 February 2026
logo

"200 leşkerên Îngîlîz derbasî Sûriyê bûne"

Gulan Media September 2, 2012 Nûçe
Hat zanîn, 200 leşkerên bi ser hêzên taybet yên Îngîlîz ve bi hinceta gera li cihên çekên Kîmyewî derbasî xaka Sûriyê bûne.

Li gor nûçe ya rojnameya Daily Star'ê, 200 leşkerên hêzên taybet yên Îngîlîz (SAS) bi hinceta gera li cihên Kîmyewî yên rejîma Sûriyê derbasî xaka Sûriyê bûne. Her weha rojname çavkaniya nûçeya xwe dispêre berpirsên leşkerî. Hêjayî gotinê ye, Hêzên Taybet yên Îngîlîz bi operasyonên xwe yên berifireh tê naskirin. Heta niha gelek operasyon ji aliyê SAS ve hatine pêkanîn û yek ji van operasyonan operasyona li dijî Serokê Lîbya yê berê Qezafî bû.

Avestakurd
Top