• Sunday, 08 February 2026
logo

Endezyarên Kurdistanê dikevin girevê

Gulan Media September 2, 2012 Nûçe
Endezyarên Kurdistanê dikevin girevê
Sendîkaya Endezyarên Kurdistanê ragihand ku endezyaran biryar daye ji ber bicihnehênana daxwazên wan ew dibe dest bi girevê vekirî dikin.

Ragirê Endezyarên Kurdistanê Ebdurehman Elî ji AKnewsê re ragihand, "Her weku me berê jî ragihandibû em ê dibe dest bi gireva xwe bikin heta daxwazên me ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bihêne bicîkirin."

Elî diyar kir ku ew grevê li hemû deverên Kurdistanê dest pê dikin û dê berdewam be ta Hikûmeta Herêma Kurdistanê guh bide wan û daxwazên wan bicih bike.

Hêjayî gotinê ye, 2 sendîkayên endezyaran li Herêma Kurdistanê hene yek li Silêmaniyê ku sala 1992an de hatiye damezrandin û 11 hezar endezyar endamên wê hene û ya din jî li Hewlêr sala 2000an hatiye damezrandin her wiha 11 hezar endamên wê hene.

AKnews
Top