Endezyarên Kurdistanê dikevin girevê
Ragirê Endezyarên Kurdistanê Ebdurehman Elî ji AKnewsê re ragihand, "Her weku me berê jî ragihandibû em ê dibe dest bi gireva xwe bikin heta daxwazên me ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bihêne bicîkirin."
Elî diyar kir ku ew grevê li hemû deverên Kurdistanê dest pê dikin û dê berdewam be ta Hikûmeta Herêma Kurdistanê guh bide wan û daxwazên wan bicih bike.
Hêjayî gotinê ye, 2 sendîkayên endezyaran li Herêma Kurdistanê hene yek li Silêmaniyê ku sala 1992an de hatiye damezrandin û 11 hezar endezyar endamên wê hene û ya din jî li Hewlêr sala 2000an hatiye damezrandin her wiha 11 hezar endamên wê hene.
AKnews
