SHK: Amerîka tiştek derbarê girêbestên petrolê bo me negotiye
Fûad Hisên ji AKnewsê re ragihand ku hikûmeta Amerîka ti pirsgirêk û têbîniyeke wê li ser girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê nîne û hatina kompaniyên amerîkî û biyanî yên petrolê bo herêmê jî berdewam e.
Hisên tekîd kir ku siyaseta Herêma Kurdistanê ya petrolê di çarçoveya destûr de tê kirin û herêmê destûr bin pê nekiriye.
Hisên got jî, “Hikûmeta Amerîka bi rêyên fermî û nefermî û rasterast an nerasterast tiştek derbarê girêbestên petrolê ji Herêma Kurdistanê re negotiye û eger têbîniyeke wan hebane dê bas kiribane.”
AKnews
