• Sunday, 08 February 2026
logo

SHK: Amerîka tiştek derbarê girêbestên petrolê bo me negotiye

Gulan Media September 2, 2012 Nûçe
SHK: Amerîka tiştek derbarê girêbestên petrolê bo me negotiye
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) tekîd kir ku herêm dê siyaseta xwe ya petrolê ku di çarçoveya destûrê welat de ye bidomîne.

Fûad Hisên ji AKnewsê re ragihand ku hikûmeta Amerîka ti pirsgirêk û têbîniyeke wê li ser girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê nîne û hatina kompaniyên amerîkî û biyanî yên petrolê bo herêmê jî berdewam e.

Hisên tekîd kir ku siyaseta Herêma Kurdistanê ya petrolê di çarçoveya destûr de tê kirin û herêmê destûr bin pê nekiriye.

Hisên got jî, “Hikûmeta Amerîka bi rêyên fermî û nefermî û rasterast an nerasterast tiştek derbarê girêbestên petrolê ji Herêma Kurdistanê re negotiye û eger têbîniyeke wan hebane dê bas kiribane.”

AKnews
Top