“Malikî dixwaze hêzên çekdar li Dûbizê çê bike”
Ebdila Nûredîn ji AKnewsê re daxuyand, “Komîteyek ji Wezareta Petrolê ya Iraqê serdana me kir û bo me got ku ew dixwazin zêrevanên petrolê li 3 kêlgehên petrolê yên li sinorê Dûbizê wek qonaxa yekem damezirînin, lê me xwesteka wan red kir, ji ber wan dixwest 750 kesî damezirînin bê ku ti kurdek di nav wan de hebe.”
Nûredîn got jî, “Me ji komîteyê re got ku divê li sinorê Dûbizê kar bi hevparî û levkirinê be û dema 750 kes wek zêrevanên kêlgehên petrolê bêne damezirandin divê 375 ji wan kurd û 375 ereb bin.”
Nûredîn axaftina xwe wiha domand, “Ev karê han, siyaseta bi erebkirina navçeyê ye ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dimeşîne daku navçeyê têk bide û hêzên çekdar li navçeyê çê bike wek avakirina hêzên Sehwe li başûr.”
AKnews
