Peyama serxweşiya Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê ji bo koça dawiya xwedê jêrazî nivîskar û wergêrê hêja Mamosta Îbrahîm Xeyat
Silavên xwedê li we bin..
Bi xem kovaneke mezin me nûçeya koça dawiya Mamosta Îbrahîm Xeyat bihîst ku roja şemiyê 01/09/2012 koça dawî kir. Xwedê jêrazî kesekî dilsoz û niştîmanperwer bû, herdem xwedî helwesta Kurdane û pêgir bû bi rêbaza Kurdayetî, ji bilî wê yekê ku li van çend salên derbasbûyî de karmendekî jêhatî yê Dîwana Serokayetiya Herêmê bû, hemû temenê xwe bi dinyaya nivîsîn û peyv bexşînê û çendîn sal jî wekî nivîskar û wergêrekî hêja yê zimanê Erebî û Kurdî xizmeta warê nivîs û edeb û wergêranê kir.
Helbet koça dawiya kesekî hêja yê wekî Mamosta Îbrahîm ku bi ezmûna xwe ya kûr dehan û sedan xwendekaran gihandiye û xizmetekî mezin li warên nivîs û edeb û wergêr û rojnamegerî û ragihandinê kiriye, ziyanekî mezine ji bo wan warên ku xwedê jêrazî têda xizmetê dikir.
Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we hemûyan û tevahiya kesukarê xwedê jêrazî Mamosta Îbrahîm dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê wî yê pak bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me û we û dost û hevalên wî bibexşê. Hêvîdarim eve nexweşiya malbata we ya dawî be û xwedayê mezin temen dirêjiyê bide we.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
01/09/2012
