• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Profesor Dr. Elî Qeredaxî kir

Gulan Media September 2, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Profesor Dr. Elî Qeredaxî kir
Duh şemî 01/09/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li selahedîn pêşwaziya Profesor Dr. Elî Qeredaxî Serokê Tevgera Îslamiya Kurd û Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Cîhana Îslamî û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, guftûgo sebaret bi pêvajo û hel û merca siyasiya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê hate kirin û her du alî tekez li ser rêkxistin û yekrêziya nav mala Kurd û bi hêzkirina pêwendiya aliyê siyasiyên Kurdistanê wekî pêwîstiyekî vê qonaxê kir.

Her wiha nirxandina rewşa penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê mijarekî dinê vê hevdîtinê bû û li vî warî de Profesor Dr. Elî Qeredaxî behsa rola Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya girîngîdana vê rewşê kir.
Top