Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Profesor Dr. Elî Qeredaxî kir
Li hevdîtinê de, guftûgo sebaret bi pêvajo û hel û merca siyasiya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê hate kirin û her du alî tekez li ser rêkxistin û yekrêziya nav mala Kurd û bi hêzkirina pêwendiya aliyê siyasiyên Kurdistanê wekî pêwîstiyekî vê qonaxê kir.
Her wiha nirxandina rewşa penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê mijarekî dinê vê hevdîtinê bû û li vî warî de Profesor Dr. Elî Qeredaxî behsa rola Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya girîngîdana vê rewşê kir.
