Erdogan: Li Tirkiyê pirsa kurd nemaye
Şeva din serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan tevlî televizyona Kanalturk a Tirkiyê bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serokwezîr Erdogan derbarê hembêzkirina parlamenterên BDP û gerîlayên PKKê ya li Colemêrgê de wiha got: “Ezê çawa ji kesên terorîst hembêz kirine re bêjim siyasetmedar. Kesên me li wir dîmenên wan temaşe kirine, derbarê wan de doza maddeya 14. heye. Lê tabloya ku wê rojê 9 parlamenteran nîşan dayî, nayê pejirandin.”
Tayîp Erdogan derbarê pirsa kurd de jî ev tişt gotin: “Li Tirkiyê pirsa kurd nemaye. Bêyî ku em vê herêmê ji rojava cûda bikin, em hemû arîkariyan dibin. Lê rêxistina terorê van xizmetên me asteng dike. PKK zirarê dide karsazên kurd.”
Serokwezîrê Tirkiyê derbarê parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Hûseyîn Aygun ê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatî binçavkirin de jî axivî û wiha got: “Gotinên parlamenterê me yê ji aliyê PKKê ve hatî revandin bi wate ye. Nabêje terorîst. Cîgirên serokê navçeyan ên min tê kuştin, birîndarkirin û revandin. Serokê bajêr ê min heye ku 56 rojan hatiye revandin. Herî dawî birayê parlamenterê min li wir hat şehîd kirin. Ev li welêt di rojeva çapemeniyê de cih nagrin, lê dema parlamenter tê revandin bi rojan di çapemeniyê de cih digre. Ger ew heval siyasetê dike, serokên min ên bajaran jî siyasetê dikin.”
Erdogan anî ziman ku gel bawer nake Aygun hatibe binçavkirin û wiha got: “Me lêkolînek mezin kir û gel vê bûyerê bawer nake. Gel bûyera revandinê bawer nake. Kesên dibêjin li herêmê valehiyeke cidî ya di warê ewlehiyê de heye sedî 21 e û kesên dibêjin bûyereke plankiriye jî sedî 54 e. Gumanên min hene û bawer nakim. Divê em li ser vê mijarê hinekê hessas bin.”
Rudaw
