Li Şamê 2 kurd hatin serjêkirin û li Helebê jî Jinek Kurd û 3 zarokên xwe hatin kuştin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bajaroka Yehfur a girêdayî Şamê duh êvarê komek çekdar êrîşî mala sefîrê Libnanê kirin. Di encama êrîşê de 2 polîsên ku ewlehiya avahiyê sefîr digirt û kesekî ku li mala sefîr xizmet dikir, hatin serjêkirin.
Hate ragihandin ku di dema bûyerê de 2 kurdên ku di cihê bûyerê re derbas dibûn jî hatine serjêkirin. Hate hînbûn ku welatiyên kurd ên hatine qetilkirin Yaser Hesen Keleş (36) ku 3 zarokên wî hene û Ferhat Abbas ê 2 zarokên wî hene ye. Herdu welatiyên kurd jî ji bajarê Tirbestiyê ne û li Şamê rudiniştin.
herweha Li gor ajansa Firat ya beşa Erebî, di encama ketina rokêtek ya artêşa Sûriye li taxa Bistan Başa jineke Kurd bi navê Lemiya Nebî Tatosil digel 3 zarokên xwe hatin kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku temenê Lemya Nebî Tatosil 25 salî ye û dayîka 3 zarokên bi navê Xalid Mihemed Qere Gul ya 2 salî û 2 zarokên cêwî bi nav Yusif û Xeram yên temen 7 heyvî ne.
Lemya Nebî Tatosil ji gundê Satiya ya bajarê Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê ye, dê digel her sê zaokên xwe li gundê Satiya bên defin kirin.
