• Sunday, 08 February 2026
logo

Derbendîxanê bêtirî 25 milyon dînar ji bo kurdên Rojava dane hev

Gulan Media September 1, 2012 Nûçe
Derbendîxanê bêtirî 25 milyon dînar ji bo kurdên Rojava dane hev
Serpereştyarê kampaniya alîkarîkirina kurdên Rojavayê Kurdistanê li bajarokên Derbendîxanê aşkre kir ku kampaniya wan bi dawî hatiye û bêtirî 25 milyon dînarê iraqî û cilên jin û zarokan bo wan hatine komkirin.

Hekîm Ebdilkerîm ji AKnewsê re daxuyand ku kampaniya wan di 12ê tebaxê de dest pê kir û duhî jî bi dawî hat.

Ebdilkerîm ronî kir ku di çarçoevay kampaniyayê de wan 25 milyon û 175 hezar dînar digel 500 dolarê amerîkî kom kirine.

Ebdilkerîm bal kişand ku her wiha gelek cilên zarok û jinan û kelûpelên xwarinê jî ji dikanan hatine komirin.

Ebdilkerîm amaje kir ku ew digel ofîsa koç û koçberan a Duhokê axivîne daku wan pere û kelûpelan bigihîne kampên kurdên Rojava li Duhokê.

AKnews
Top