“Talebanî dikare 100 mitrî bimeşe”
Fûad Meisûm di daxuyaniyekê de ragihand ku Talebanî qonaxên dermankirinê li Almaniya temam kirine û niha dikare heta 100 mitrî bimeşe.
Meisûm derbarê rola Talebanî di aloziya niha ya Iraqê de got, “Hêzên niştimanî bi hemû pêkhateyan tekîd li ser hewlên navencî yên Talebanî dikin.”
Meisûm got jî, “Hemû kesatî û siyasetmedarên Iraqê yên serdana Serokomar li Almaniya kirine yan bi telefon digel axivî be, bersiva wan erênî derbarê beşdarîkirin di kongra niştimanî de.”
AKnews
