• Sunday, 08 February 2026
logo

Artêşa Azad firokek bê firokvan çê kir

Gulan Media September 1, 2012 Nûçe
Artêşa Azad firokek bê firokvan çê kir
Li gor malpera Onkurd,yekîneya şehîd Mihemed Weys ya ser bi Artêşa Azad ve ragihand ku, wan firokek bê firokvan çêkiriye ku 50 kîlogram maddeyên teqemeniyê radike û her weha kamîreya çvdêriyê jî têde heye û bi rêya kontrolê kar dike, ku dikare bargehên ser bi rêjîma Beşar Esed ve bombebaran bike.

Endamekî Artêşa Azad di tomrek ya vîdeo de ku li ser malpera Yotube belav bûye ragihand ku, navê (Berbanga Azadiyê 1) û ew firok hîna di taqîkirinê de ye.

Serpreştayrê giştî yê çêkirina firokê Qasim Mihemd ragihand ku, di encama taqîkirinanê de derket holê ku ew firok bi awayekî baş kar dike.

Hêjayî gotinê ye ku, ew firok bi rêya perwaneya Ba kar dike, hêza motora wê 4 Hesp in , dirêjahiya firokê 3 Metre ye û bi Benzînê kar dike.

Xendan
Top