Mistefa: Duniyayê şanaziyeke din bo gelê kurd tomar kir
Mistefa di axaftinekê de pîrozbahî li xwendekara li ser astê Îraqê yekemîn kir û hêvî kir ku, mînakên weke wê di nav xwendekarên Kurdistanê de zêde bin û got:
- Hewil û îmkanên kesên (individuel) kurd pêşîneyeke dîrokîê heye ku, dikare di hemû waran de şûntilyên xwe diyar bike, lê belê dijmin û neyarên Kurdistanê hertim li pêşiya pêşkeftin û afrandian kesên kurd rêgir bûne. Lê hewil û tekoşîna keçke kurd a weke we karî şanaziyeke din bo gelê kurd bidest bîne.
Ji aliyê xwe Duniyayê sipasiya berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê kir û piştgiriya berprisên hikûmetê bo wê bilind nirxand û bi taybetî wê sipasiya serokê Kurdistanê kir ku, biyar daye ji berdewamiya xwendinê biçe dervey Kurdistanê bixwîne.
